Get help as a refugee - Kurmanji

Wekî koçber an penaxwazek alîkariyê bistîne

Eger hûn koçber, penaxwaz an koçbereke/î şikestbar in, belkî Xaça Sor a Brîtanyayê bikaribe alîkariya we bike.

Em çawa dikarin alîkariyê bikin

Em dikarin ji bo pêdiviyên lezgîn ên koçber, penaxwaz û koçberên şikestbarê alîkariyan pêşkeş bikin. Alîkariya me girêdayê cihê we ye. Ew dikare yên li bin bigire ber xwe:

  • danên xwarin û girtek
  • bireke hindik a pere
  • kinc
  • kelûpelên xemilandinê
  • betanî
  • kelûpelên zarokê.

Belkî em bikaribin alîkariyeke zêdetir bidin we. Girêdayê rewşa we û cihê we belkî yên li bin bigire ber xwe:

  • girteka gerê
  • şêwir ji bo xebat û qazanckirinê
  • çavdêriyên tendrustiyê – qeydkirin li geldigel bijîşk an didansazek
  • hatin bi we re ji bo hevdîtinan
  • fêrbûna jiyana li Brîtanyayê
  • dîtina riyan – ji bo naskirina herêma xwe
  • piştgiriya giyanî
  • komkirina malbatê ji nû va
  • dîtina kesên din.

Dîtina nêzîktirîn xizmetuzariya koçberê

Dema ku hûn li me digerinê yek ji karmendên me ên perwerdekirî ji bo zanîna vê ku gelo em dikarin alîkariya we bikinê wê pêdiviyên we binirxîne. Em ê rênimayiya we bikin ji bo dîtina xizmetgozariyek ku bikaribe alîkariya we bike.

Eger hûn nikarin bi ingilîzî biaxivin em ê wergêrek ji we re dabîn bikin.

Em ne siyasî an olî ne, em raporta we nadin rayedaran û alîkariya me azad û veşartî ye.

Çawaniya bikaranîna "local service"

Cureya vergirtina alîkariyên me girêdayê cihê we ye. Li nêzîktirîn xizmetguzariya koçberiyê bigerin ji bo ku bizanibin, eger hûnê:

  • seredanê bikin (eger ev navendek serdanê ye)
  • danînek bo hevdîtinekê destnîşan bikin
  • pêdivî be ku saziyeke din we bişîne.


Gelo we berê ev xizmetguzarî bi kar aniye? Ji kerema xwe [raya xwe] (feedback form) ji me re bibêjin

Eger hûn qaçax bûne

Eger hûn koçber an penaxwazekê/î qaçaxbûyî ne, belkî em bikaribin alîkariya we bikin.

Zêdebarî wê alîkariyê ku wekî koçber digihîje we, em dikarin li ser ya ku divê pişt re bikin û Eger hûn qaçax bûne li ku dikarin alîkariyeke zêdetir bistînin, rawêjê bidin we.

Alîkarî bo koçberên ciwan

Eger hûn koçberek bi temena di navbera 15 heya 25 salan de ne dikarin li hin deverên Brîtanyayê de alîkariyê bistînin.

Sitandina alîkarîyê wekî koêbereke/î ciwan

Komkirina malbatê ji nû va (vegerandina girêdanên bi malbatê re)

Eger hûn koçberek in reng e em bikaribin ji bo Komkirina malbata we ji nû va alîkariyê bikin bi riya:

  • alîkarî bi riya bikaranîna vîzayê
  • dabînkirina gera asmanî ku bo gihiştina malbata we bi we (alîkariya gera vekomkirina malbatê)


Em dikarin alîkariya daxwaza vedîtina malbatê ji bo hin beşên Brîtanyayê pêşkeş bikin û belkî lîsta bendewariyê hebe.

Ji bo agehdarbûn ji pêşkeşkirina alîkariya vekomkirina malbatê li [local service] (linka ji bo lêgerîna lîsteya xizmetê penaberiyê) a xwe bigerin.

Rênimûniya Xaça Sor a Brîyanyayî ji bo vekomkirina malbatê bixwînin.